• Thursday, 12 February 2026
logo

'Metirsiya rûdana şer di navbera leşkerên amerîkî û çekdarên ser bi Tirkiyê ve de heye'

Gulan Media October 14, 2019 Nûçe
'Metirsiya rûdana şer di navbera leşkerên amerîkî û çekdarên ser bi Tirkiyê ve de heye'
Berpirsekî amerîkî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê rewş metirsîdar e û diyar kir, “Rîska rûdana pevçûnan di navbera hêzên Amerîkayê û nilîsên ser bi Tirkiyê ve zêde ye. Ew mîlîsên tundrew bi cilûbergên HSDê êriçî xelkê sivîl dikin.”

Peyamnêrê televîzyona Fox News a amerîkî Benjamin Hall, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku wî peywendî li gel leşkerekî Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê pêk aniye û wî leşkerî gotiye, “Li Sûriyê rewş bilez ber bi xerapbûnê ve diçe. Hêzên Amerîkayê di bin metirsiya dorpêçê de ne.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper îro aşkere kiribû ku serokê wî welatî Donald Trump ferman daye ku hezar leşkerên amerîkî ji bakur rojhilatê Sûriyê vekişin.

URGENT: US official tells me the situation in NE Syria is deteriorating rapidly. US Forces are at risk of being isolated and the risk of confrontation between Turkish proxies and US Forces is high. Extremist Turkish proxies are wearing SDF uniforms and killing civilians. @foxnews

— Benjamin Hall (@BenjaminHallFNC) October 13, 2019
Mark Esper ragihandibû ku ew serbazên amerîkî dê di demeke herî nêz de bên vekişandin û herwiha gotibû egera wê zêde ye Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gel Rûsya û rejîma Sûriyê li hev bike û gotibû ew dê serbazên amerîkî ber bi deverên başur ve veguhêz in.

Li aliyê din çavkaniyekî taybet jiu Rûdawê re ragihand ku îro dê hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bikevin bajarên Minbic û Kobaniyê.

Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê Ismet Şêx Hesen jî ev yek piştrast kir û got ku di çarçova rêkeftina di navbera HSD û Rûsyayê de artêşa Sûriyê îşev dê derbasî nav bajarê Kobaniyê bibe.

Rudaw
Top