• Friday, 13 February 2026
logo

Beşar Esed: Di nava çend mehan de digehêjin çareseriyê

Beşar Esed: Di nava çend mehan de digehêjin çareseriyê

Esed li gel rojavayê dest bi diyalogê dike.

Li gor nûçeyeke Independent ya Erebî, roja 2ê Gulanê li Şamê civîna partiya Baes ya Sûrî hatiye lidarxistin.

Di civînê de Serokê Sûriyeyê beşar Esed gotarek pêşkêş kiriye û ji rayedarên partiya Baesê re ragihandiye ku, em neçarin li gel îdareya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bigehêjin bi çareseriyeke siyasî û ji bo vê yekê em di rojên pêş de dest bi diyalogeke cidî û berfire dikin.

Independent Erebî li ser zarê çend rayedarên Baesê belav kiriye ku, diyaloga navbera  Şam û Rojavayê vê di nava rojên pêşiya me de destpê dike û di nava çend mehan de digehêje encam û çareseriyeke siyasî bo tevahiya kêşeyan tê cîhbicîhkirin.

Top