• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Menbicê ala Sûriyê li Hesekê jî ala DAIŞê hatiye hildan

Gulan Media October 14, 2019 Nûçe
Li Menbicê ala Sûriyê li Hesekê jî ala DAIŞê hatiye hildan
Îşev medyaya Sûriyê belav kiriye ala rejima Beşar Esed li Menbicê hat bilindkirin. Herwiha li hin herêmên Hesekê jî ala DAIŞê hatiye bilindkirin.

Ajansa SANAyê ya rejima Sûriyê belav kiriye hêzên rejima Sûriyê derbasî Menbicê bûne û ala rejime li Menbicê hatiye bilindkirin.

Li aliyê SANAyê belav kiriye ku hêzên rejime derbasî Minbicê bûne bo ku dijî êrîşên Tirkiyê û çekdarên îslamî biwestin.

Li aliyê din hin ajansên Sûriyê û herêmî belavkirine ku ala DAIŞê li hin cihên Hesekê hatine hil dan. Ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gelek çekdarên DAIŞê ji zindanan reviyabûn.

Îro li bajarê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê jî 850 çekdarên DAIŞê piştî serhildanê ji girtîgehan reviyabûn.

Basnews
Top