• Thursday, 12 February 2026
logo

Makron û Mêrkil derbarê rewşa Rojava civîyan

Gulan Media October 14, 2019 Nûçe
Makron û Mêrkil derbarê rewşa Rojava civîyan
Îmanoyîl Makron, serokê Firansayên û Engêla Mêrkil, rawêjkara Elmanîyayê di koçka Elîzê li Parîsê civîyan û reşa bakûra Suriyê (Rojava ya Kurdistanê) û hêrişên Tirkiyê gengeşe dikin.

Ji alîyê xwe ve Makron tekez kir, ew hêrişên Tirkiyê Daişê bihêz dike, hevdem dibe sedema karesateke mirovî li deverê.

Dûpat jî kir, derbarê gengeşekirina pêngava dahatî, li gel Civata Berevanîya Firansayê dê bicive.

Engêla Mêrkil, rawêjkara Elmanîyayê ji alîyê xwe ve ragehand, Em evê raşê li dijî Kurd qebûl nakîn û pêwîste sinûrek bo evan hêrişên Tirkiyê bihêt danan.

Aşkera jî kir, ku bi rêya peywendîya telefinî li gel Erdogan, serokê Tirkiyê axivtîye daku sinûrekê bo hêrişane dane.

K24
Top