• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêveberîya Xwesr: Em li gel rejima Sûriyê û Rûsyayê rêkeftin

Gulan Media October 14, 2019 Nûçe
Rêveberîya Xwesr: Em li gel rejima Sûriyê û Rûsyayê rêkeftin
Rêveberîya Xwesr li bakûra rojhelata Suriyê ragehand, Em li gel rejima Sûriyê û Rûsyayê rêkkevtîn, supa dê vegere bo Kobanê.

Li gor hin ajansên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê leşkerên rejima Sûriyê û Rûsyayê wê li bajarê Kobanî û Menbic ê Rojavayê Kurdistanê bi cî bibin û leşkerên rejima Beşar Esed û Rûsyayê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk rêkeftin ku derbasî bajarê Kobanî bibin. Çavkaniyên herêmî jî dûpat dikin ku hêzên rejima Sûriyê amadekariyên xwe bi dawî kirine û ber bi Kobanî va tên.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo rêgiriyê li operasyona Tirkiyê bike û zêdetir xelkê sivîl nebin qurbanî amade bûye bajarê Kobanî radestî hêzên rejima Sûriyê bike.

Li aliyê din berpirsên Amerîkayê jî aşkere kiribûn ku HSD wê ligel rejima Esed rêk bikeve û ji ber wê yekê jî ew ê hemû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşînin.
Top