• Thursday, 12 February 2026
logo

SANA: Artêşa Sûriyê li hemberî êrişên Tirkiyê ber bi bakur ve diçe

Gulan Media October 13, 2019 Nûçe
SANA: Artêşa Sûriyê li hemberî êrişên Tirkiyê ber bi bakur ve diçe
Ajansa fermî ya Sûriyê ragihand, “Artêş Sûriyê li hemberî êrişa dagirkerî ya Tirkiyê ber bi bakurê Sûriyê ve diçe.”

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê aşkere kir ku artêşa Sûriyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçin û diyar kir, “Artêşa Sûriyê li hemberî êrişkariya Tirkiyê ber bi bakur ve diçe.”

Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê Ismet Şêx Hesen jî ragihandibû ku di çarçova rêkeftina HSDê ya li gel Rûsyayê artêşa Sûriyê dê îşev vegere Kobaniyê.

Çavkaniyekî taybet ji Rûdawê re ragihand, “Di nava çend demjimêran de hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê dê derbasî nav bajarên Minbic û Girê Spî bibin ku ew bajar niha di bin kontrola hêzên Kurdî de ne.”

Li gor zanyariyên wî çavkanî hêzên Rûsya û rejîmê di çarçova rêkeftina li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dê derbasî wan her du bajaran bibin.

Li aliyê din Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê jî ew zanyarî piştrast kirin û ragihand ku di demjimêrên pêş de hêzên rûsî û rejîma Sûriyê dê derbasî nav bajarên Minbic û Kobaniyê bibin.

Televîzyona Al-Mayedeen a Lubnanê jî belav kiriye ku rêkeftin di navbera aliyan de pêk hatiye û di nav 48 demjimêran de ew hêz dê derbasî wan bajan bibin.

Rudaw
Top