• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji Kampa Eyn Îsa 785 çekdarên DAIŞê reviyane

Gulan Media October 13, 2019 Nûçe
Ji Kampa Eyn Îsa 785 çekdarên DAIŞê reviyane
Rêveberiya Xweser ragihand ku îro 785 çekdarên DAIŞê karîne bi hevahengiya ligel grûpeke bikirêgirtî ‎ya Tirkiyê ji Kampa Eyn Îsa birevin.‎

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de dibêje: “Ew endamên DAIŞê bi hevahengiya ligel grûpeke ‎kirêgirtî ya Tirkiyê, xweparastina din bin sîwana mûşekbarana Tirkiyê û hevkariya êrêşa wan kirêgirtiyên ‎Tirkiyê êrîşeke hovane birine ser zêrevanên kampê, derî vekirine û karîne birevin.”‎

Hinek çavkaniyên xwecihî amaje bi wê yekê dikin ku 895 kes ji kampê reviyane.

Herçiqas ti hejmareke ‎hûr li ber dest nîne, lê qala wê yekê tê kirin 10 heta 12 hezar çekdarên DAIŞê di gitrîxaneyên HSDê yên ‎Rojavayê Kurdistanê de zîndankirî ne, azadbûna wan çekdaran di çarçoveya operasyona Tirkiyê bo ser ‎Rojavayê Kurdistanê bi her awayekî be tirsa herî mezin a welatên Rojava ye.‎

‎12 hezar ji malbatên çekdarên DAIŞê û koçberên navçeyên din li Kampa Eyn Îsa hatine bicîhkirin.

Rudaw
Top