• Friday, 13 February 2026
logo

Aydin Maruf: Em kêmkirina kursiyên pêkhateyan û awayê dabeşkirinê red dikin

Aydin Maruf: Em kêmkirina kursiyên pêkhateyan û awayê dabeşkirinê red dikin

Wezîrê Herêmê yê karûbarên pêkhateyan amaje bi wê yekê dike ku dabeşkirina kursiyên pêkhateyan û kêmkirina kursiyan em red dikin û wekî xedrekî li pêkhateyan dizanin.

Wezîrê Herêmê yê karûbarên pêkhateyan Aydin Maruf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em wan 5 kursiyên ku hatine danîn û li ser bingehê cografya hatine dabeşkirin, wek newekhewî dizanin, ji ber nabe li ser bingehê erdnîgarî kursiyên pêkhateyan bê dabeşkirin. Pêkhate hejmar û cîhê nifûz û cîhê lê rûniştvanin diyare û ew kêmkirina naha hatî kirin em red dikin.’’

Herwaha got: ‘’Kî biryar daye ku kursî bên kêm kirin? Ew hejmara kursî ya hatiye danîn jî wek dabeşkariye li ser parêzgehan û tiştekî metirsîdare.’’

Aydin Maruf got: ‘’Em vê red dikin û qebûl nakin, ji ber ev kêmkirina nirxê pêkhateyane. Hebûna tirkmenan pir giringe li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêkhateyên din ên wek Suryan, Kildan û Asûrî gelek giring in.’’

 

Basnews

Top