• Friday, 13 February 2026
logo

Li parêzgeha Selahedînê 6 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Selahedînê 6 kesan canê xwe ji dest dan

Bombeyek bi wan re teqiyaye.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev li ser rêya navbera Bêcî û Tekrîtê bombeyeke vedayî bi tirimbîlekê de teqiyaye.

Di encama teqîna han de 6 kes ku, tevahiya wan endamên malbetekê ne canê xwe ji dest dane.

Rayedarên parêzgeha Selahedînê diyar kirine ku, di encama teqînê de bav, dayik û çar zarokên wan canê xwe ji dest dane.

Top