• Friday, 13 February 2026
logo

Di mîtînga helbijartinê de dik hilweşiya: 9 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Di mîtînga helbijartinê de dik hilweşiya: 9 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Li Meksîkayê di mîtînga yek ji berbijêrên helbijartinên 2yê Hezîranê yên serokê dewletê Jorge Alvarez Maynez de, ji ber şaşeya mezin a li ser dikê li ser girseya gel hilweşiya û hate xwar û ji ber banê dikê hilweşiya 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 50 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê bi armanca tevdîr Jorge Alvarez Maynez ji nexwaşxaneyê re hate veguhestin û di tora xwe ya civakî X de ragehand, rewşa tenduristiya wî başe û got: ‘’Ez başim û ji bo tiştên ku pêk hatine encamên wê bizanim bi rayedarên dewletê re ez di peywendiyê de me.’’

Li gor dîmenên li medya civakî jî belav bûne, şaşeya pir mezin a metal nekariye li hember ba xwe ragire û bi ser girseya ku beşdarî mîtîngê bûne de tê xwar.

Piştî ew şaşe hat xwarê banê dikê jî hilweşiya û bi ser xelkê beşdarî mîtîngê bûne de hilweşiya û tengezarî û tirseke mezin hate jiyan kirin.

Serok Dewletê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador jî di tora xwe ya X de ragehand, ji ber bûyerê gelek xemgîne û ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî sersaxî xwest.

Parêzgarê Nuevo Leon, Samuel Garcia jî derbarê bûyerê de ragehand, bûyerekî pir trajîk hate jiyan kirin û birîndar naha di nexwaşxaneyan de tên derman kirin.

 

Basnews

Top