HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Hat ragihandin ku gerîlayên bi nasnavên Nûjiyan Îsyan û Diljîn Azadî 23yê Nîsana 2024 li herêma Xakurkê “di encama êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:
Nûjiyan Îsyan: Navê wê yê fermî Hatîce Kaya ye û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.
Diljîn Azadî: Navê wê yê fermî Hêva Kilêvçek e û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.
HPGyê diyar kir ku Nûjiyan Îsyan sala 2016an û Diljîn Azadî jî sala 2018an tevî refên gerîlayan bûye.
Rudaw
