Rayedarekî mezin yê rejîma Îranê hate kuştin
Berpirsê îtlaata Îranê li parêzgeha Loristanê bûye.
Li gor çapemeniya Îranî şeva derbasbûyî li Loristanê çend çekdarên nenas êrîşî ser Fermandarê îtlaata Loristanê Husên Rehîmî kirine û wî kuştine.
Her çend rejîma Îranê heta niha ti daxuyaniyeke fermî nedaye lê çapemeniya Îranî qala vê yekê dike ku, Husên Rehîmî duhê bişev di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin û heta niha ne diyare ku, nav hatî bi destê kî, kê, hatiye kuştin.
