• Thursday, 12 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê…Li hember êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava xwepêşandan birêve çûn!

Gulan Media October 12, 2019 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê…Li hember êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava xwepêşandan birêve çûn!
Duh 11.10.2019ê di sêyem roja êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan birêve çû û piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gor zanyariyên çapemeniya herêmî ya li Rojhilatê Kurdistanê, duh li bajarên Merîwan, Sine, Pîranşar, Bane û Dîwandere xelk rijiyan ser şeqaman û li cîhên giştî û bi dirûşim û xwandina gotar û dirûşmên şoreşgerane, êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser bajarên Rojavayê Kurdistanê hate şermizar kirin.

Herwaha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de daxwaz ji civaka navnetewî hat kirin ku piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê bê kirin û fişar li ser Tirkiyê bikin ku dawî li êrîşên xwe bîne.

Îro çarem roje artêşa Tirkiyê li gel beşek ji opozîsyona Sûriyê ya bi navê Artêşa Azad a Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniya wê tê kirin, dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir û heta naha bi dehan şehîd û birîndar hene û nêzîkî 100 hezar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê koçber bûne.

Bertekên li hember êrîşa Tirkiyê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û kurdên derveyî welat jî di astekî berfireh de ye û beşekî piranî li welatên Ewropa û welatên ereb jî êrîş şermizar kirin.

Li gor zanyariyên berdest li bajarê Merîwan û Ciwanro hêzên ewlehiya Îranê li hember xwepêşandanê êrîşî xwepêşanderên kurd kiriye û bi tundî ser xwepêşanderên kurd de çûye û çend kesek birîndar bûne û hin kes jî hatine girtin.

Basnews
Top