Karwanekî leşkerên amerîkî li nav Qamişloyê digerin
Peyamnêrê Rûdawê Huner Ehmed li Qamişloyê, ragihand ku li bajarê rewş hinek aramtir e li gor çend rojên berê, lêbelê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê ya di sê rojên derbasbûyî de bo navenda Qamişloyê, niha beşeke zêde ya bazar û dikanan girtî ne.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, derengiya şeva derbasbûyî tirs û xofeke zêde hebû di nav xelkê de lêbelê piştî firokeyên hevpeymana navdewletî li asîmanê Qamişloyê dest bi gerê kirin, ew tirsa di nav xelkê de kêm bûye û dibe li bajar rewşa asayîtir bibe.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ji saetên sibehê ve, 7 seyareyên Hummer ên amerîkî, li nav bajarê Qamişloyê digerin ku vê yekê jî di nav xelkê bajêr de hêviya asayîbûna rewşê zêdetir kiriye ku eger taybetî piştî nîvro careke din navenda Qamişloyê neyê bombebaran û topbarankirin, ji ber ku ev 3 roj e taybetî jî di saetên piştî nîvro de topbarana li ser navenda Qamişloyê dest pê dike.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê dike ku bombebarana artêşa Tirkiyê bo ser Girê Spî berdewam e û di saetên sibehê de jî Girê Spî û gundên derdorê hatin bombebarankirin û ew xelkê ku li nav Girê Spî mane hewl didin xwe rizgar bikin.
Rudaw
