Sererkanê Artêşa Amerîkayê: Tirkiyê tenê du gund kontrol kirine
Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley, di konferanseke rojnamevaniyê de li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.
Mark Milley got, “Tirk êrişên asmanî encam didin û bi topan jî navçeyê topbaran dikin û hinek caran jî bi tankan sînorê bakurê Sûriyê topbaran kiriye.”
Sererkanê Amerîkayê ragihand ku Mark Milley got ku heta niha Tirkiyê tenê du gund kontrol kirine û qada tevgera wê jî gelek sînordar e û diyar kir, “Tevgera hêzên bejayî ber bi balur, li gor zanyariyên em heta radeyekê sînordar bûye. Em behsa wan herdu gundan dikin ku dikevin rojava û rojhilatê wê deverê ku jê re dihat gotin mekanîzmaya navçeya aram. Ji wan herdu aliyan ber bi başur ve çûn û fermandeya serbazî ya Tirkiyê raberbûn kir bi hemahengya li gel artêşa azad.”
Derbarê hejmara hêzên Tirkiyê jî Milley got ku hêzên Tirkiyê çend sed kesek in û çekdarên opozîsyona Sûriyê hezar an jî zêdetir bin û diyar kir, “Ew li aliyê rojava nêzikî 5 an 10 kîlometreyan pêş de çûn û ali rojhilat jî du sê kîlometreyan. Ji ber wê yekê êriş li ser erdî heta radeyekê sînordar in. Lêbelê êrişên asmanî berdewam in.”
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper jî di wê konferansa rojnamevaniyê de ragihand ku hemahengiyeke wan a temam li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heye û daxwaz ji Tirkiyê kir ku wê êrişa bo ser Rojava rawestîne.
Artêşa Tirkiyê li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê roja Çarşemê (09.10.2019) bo ser Rojavayê Kurdistanê êriş da destpêkirin û di roja xwe ya sêyem de ew êriş ji bejayî û asmanî berdewam dikin. Di encama bordûman û topbarana artêşa Tirkiyê de heta niha hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar berî niha îddîa kiribûn ku wan heta niha 13 gund li Rojavayê Kurdistanê kontrol kirine.
Rudaw
