Artêşa Tirkiyê girê Miştenûrê nêzîkî binkeya Amerîkî topbaran dike
Peyamnêrê K24ê li Kobanî da zanîn, artêşa Tirkiyê vê êvarê dest bi topbarana navanda bajarê Kobanê û girê Miştenûrê kir.
Ameje bi wê yekê jî kir, binkeya hêzên Amerîkî li girê Miştenûrê yê û topên artêşa Tirkiyê lê nêzîkî wê ketin.
Da zanîn jî, helîkopterke Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê Kobanî geriya, ku tê pêşbînîkirin ewê leşkerên Amerîkî û Fransî ji Kobaniyê derbixe.
Ta niha zanyariyên zêdetir derbarê topbarana Tirkiyê ji girê Miştenûrê re nayin zanîn.
K24
