Trump: Tenê 3 bijarde li ber me hene
Serokê Amerîkayê li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamên nû derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê belav kirin.
Serokê Amerîkayê got ku niha Tirkiye êrişî Kurdan dike û her du alî ev 200 sal in şerê hevdu dikin.
Trump got, “Me xîlafeta DAIŞ ji sedî sed ji nav bir û li Sûriyê li wê devera di bin êrişa Tirkiyê de leşkerên me nînin. Me karê xwe bi awayekî bêhempa kir. Niha Tirkiye êrişî Kurdan dike ku ev 200 sal in li gel şer dike.”
Herwiha Serokê Amerîkayê got, “Tenê 3 bijardeyên em hene: Bi hezaran leşkeran bişînin û bi awayekî leşkerî serbikevin, bi sizayên aborî bi awayekî tund êriş li Tirkiyê bikin, an jî ji bo rêkeftinekê navbeynkariya Tirkiye û Kurdan bike.”
Artêşa Tirkiyê piştî vekîşana hêzên amerîkî, êvariya roja Çarşemê, li gel grûpên çekdar êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.
Di encama êrişên Tirkiyê de heta niha hejmareke xelkê sivîl li bajarên cuda yên Rojava ku dikevin ser xeta sînor canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Rudaw
