Li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan
Li bajarê Hewlêrê, hejmarek welatî ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava nîşan dan.
Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kes li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.
Rudaw
