Nêçîrvan Barzanî: Bizavên me bo rawestandina şer berdewamin
Naveroka peyamê:
Her di destpêkê ve bi hûrî çavdêriya rewşê dikîn û bi dilgiranî û nîgeraniyekî kûr ve li operasyona serbaziya Rojhilata Firat li Sûriye temaşe dikîn bi taybetî ku grûpên tundrewên opozîsyona Sûriye têda beşdarin. Şer dergehê li ser kuştar û derbederî û koçberbûna xelkê sîvîl û dirustbûna nearamiyê li tevahiya navçeyê da vedike û gef û metirsiya serhildana terorê jî ciddîtir û mezintir dike.
Me ku li Herêma Kurdistan û Iraqê qurbaniyekî zêde ji bo têkşikandina terorê daye û me êşên şer dîtiye, gelek bi dilgiranî û hestiyariyê ve li alozbûna rewşê û têkçûna asayîş û nemana aramiyê dibînin ku encama çaverênekirî û metirsîdariya navçeyê û cîhanê lê dikevê, ji bo wê yekê bi navê ragirtina şer û dirustkirina aramiyê da, li hewla berdewamdayîn û ji bo hemû navendgîrî û hevkariyek jî amadeyîn.
Şer û pêkdadan tenê alozî û pişêwî û metirsiyê li navçeyê de zêde dike, destkeftên têkşikandina Da’îşê ji nav dibe û li berjewendiya tu aliyek da nabê, ji bo wê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û Encumena Asayîşê dikîn çareseriyekî dadperwerane ji bo paşaroja Sûriye peyda bike bi cûreyek ku mafê hemû pêkhatên wê têda parastî bê û bi ciddî rola xwe ji bo ragirtina şer û vegerana aramî û parastina aştî û diyalogê û çareseriyeke siyasî bibine û rê nedê xelkê sivîl derbeder û koçber bibin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/10/2019
