Diyarbekir- 24 xwepêşander hatin desteserkirin
Îro li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê parlemeneyerên Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) û xelkê medenî dijî dagirkeriya Tirkiyê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek saz kirin. Hêzên emnî yên Tirkiyê rê li ber wê xwepêşandanê girtin û Hevserokê HDPê ya Diyarbekirê Zeyyat Ceylan jî di nav de, 24 kes hatin desteser kirin.
Li aliyê din ji ber parvekirinên medyaya civakî ku bi bahaneya “dijberiya operasyonê û piştevaniya rêxistina terorê” li bajarê Mêrdîn, Riha, Diyarbekirê jî bi giştî zedetir ji 100 kes ji aliyê hêzên emnî va hatibûn desteserkirin.
Rudaw
