Erdogan gef li Ewropayê xwar: Operasyona me ne dagîrkerî ye
Recep Tayyip Erdogan îro li Enqerê di civîna li gel serokên rêxistinên parêzgehan ên AK Partiyê de, behsa êrîşa artêşa wî welatî li ser Rojavayê Kurdistanê û helwêsta Yekîtiya Ewropayê û Erebistana Siûdiyê kir.
Erdogan nerazîbûna xwe li hember helêwsta Yekîtiya Ewropayê ya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de nîşan da û gef li serkirdeyên wê yekîtiyê xwar û got, operasyona wî welatî ya li Sûriyê ne dagîrkerî ye û ji bo jinavbirina komên terorîstî li herêmê û parastina ewlehiya sînorê xwe ye.
Erdogan ji serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê got, “eger hûn li ser helêwsta xwe berdewam bin û me weke dagîrker bibînin, wê demê emê deriyan li ber koçberan vekin.”
Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê kiriye, ku êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û ev êrîş weke dagîrkerî bi nav kiriye.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan li hember helwêsta Erebistana Siûdiyê jî ku êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiriye, nerazîbûneke tund nîşan da û weke ameje bi hejmara zêde ya kesên sivîl ku li Yemenê ji rayedarên wî welatî re got, “li neynukê mêze bikin.”
Erdogan da xuyakirin, ew dersa xwe ji Siûdiyê wernagirin, ku bi sedan kes bê guneh kuştine, weke ku wî got.
Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyê bi tundî şermezar kiriye.
Serokomarê Tirkiyê herwiha îdia kir, ku ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne û destnîşan kir: “Me pêşwazî li 300,000 kesên Kurd kir dema ku ji Kobanî reviyan û ti pirsgirêkeke me bi birayên xwe yên Kurd re nîne.”
Recep Tayyip Erdogan bang li NATOyê jî kir û ragihand, Tirkiye endamekî NATOyê ye û li gor madeya 5 a destûra wê rêxistinê, divê welatên endam li hember gefên terorîstî yên ser Tirkiyê bi berpirsyarî tevbigerin.
Rudaw
