9 topên hawain li navenda Kaniya Xezalan ketin
Roja Çarşemê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi opozisyona Sûriyê dest bi operasyona leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê kirin û îro di duyemîn roja xwe de ye.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ji Kaniya Xezalan ragihand ku ji destpêkirina êrişa artêşa Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûryê ya bo ser rojhilatê Feratê 9 topên hawin li navenda navçeya Kaniya Xezalan ketine ku beşek ji avahiyên bûne armanc avahiyên fermi yên dewletê ne.
Maşallah Dekak da zanîn ku hawanek li avahiya Rêveberiya Çandiniya Navçeyê û yek jî li nêzîk avahiya asayişa navçeyê ketiye.
Peyamnêrê me da zanîn ku vê êrîşê metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye û xelkê koçber dibin.
Heta niha ti amarên fermî derbarê encamên topên hawin de nînin.
Rudaw
