Wezîrê Derve yê Rûsya: Bila kurd, Tirkiye û Sûriyê dest bi danûstandinan bikin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ku pêr serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin kiribû, îro li Kazaxistanê di civîneka rojnamevaniyê de behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û gefên Tirkiyê kir.
Sergey Lavrov ragihand, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu jê re gotiye qesta wan ji operasyona rojhilatê Firatê parastina yekparçetiya xaka Sûriyê ye.
Lavrov her wiha got, rêjîma Sûriyê û kurdan amadebûna xwe bo danûstandinê nîşan dane û Mosko jî amade ye navbeynkariyê bike. Me gelek caran jî gotiye, em dixwazin kirîza Sûriyê bi yekcarî çareser bibe. Ji ber wê jî em dixwazin hikûmeta Şamê û nûnerên kurd li hev rûnên.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn ku ew bi nûnerên Rojava û hikûmeta Sûriyê re di pêwendiyê de ne û got, me ji wan re gotiye divê garantiya parastina sînorên Sûriye û Tirkiyê bê dayîn. Emê jî, çi ket ser milê me, bikin.
Lavrov rexne li siyaseta Amerîka li Sûriyê jî girt û got, siyaseta Amerîka li Sûriyê dê bibe sebeba alozbûna hemû Rojhilata Navîn. Ji ber wê jî daxwaza me ew e nûnerên kurdan û Enqere û Şam bi rêka diyalog û danûstandinê vê kirîzê çareser bike.
Basnews
