• Thursday, 12 February 2026
logo

HSD daxwaza qedexekirina firînê dike li Bakûra Rojhelata Suriyê

Gulan Media October 9, 2019 Nûçe
HSD daxwaza qedexekirina firînê dike li Bakûra Rojhelata Suriyê
Hêzên Suriya Demokrat (HSD) daxwaz ji civaka nêvdewletî û Hevpeymanîya Nêvdewletî dike, li bakûra rojhelata Suriyê firîna firokayan bihên qedexekirin.

Di ragehandinekê de, HSD amaje bi wê yekê dike, deverên bakûra rojhelata Suriyê kevtîne beranber karesateke mirovî. Tevaya livîn û bizavên Tirkiyê amajeya wê yekê didin ku Tirkiye û çekdarên opozisyonê xwe amade dikin daku hêrişê dijî rojhelata Firatê encam bidin.

HSD hoşdarîyê jî dide ji wê ku xelkê sivîl û bê gunah bibin qurbanî, lew HSD daxwaz ji Civaka Nêvdewletî û Hvepeymanîya Nêvdewletî dike ku wan bi hev re şerê Daişê kirîne, berpirsyarî xwe bicihbînin û devera wan ji her hêrişekê biparêzin.

HSD daxwazan qedexwkirina firînê dike li bakûra rojhelata Suriyê dike.

K24
Top