• Thursday, 12 February 2026
logo

ENKSê bo parastina Rojava daxwaza avakirina hêzeke hevbeş kir

Gulan Media October 9, 2019 Nûçe
ENKSê bo parastina Rojava daxwaza avakirina hêzeke hevbeş kir
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê gefên Tirkiyê yên li dijî Rojhilatê Kurdistanê û egera encamdana êrîşekê bo ser rojhilatê Feratê de daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaza avakirina hêzeke serbazî ya hevbeş bo parastin û berevaniya di ber Rojavayê Kurdistanê de dike.

Di daxuyaniyê de, ENKS dibêje, egrer gefên Tirkiyê bên cîbicîkirin dê navçe bikeve nav agirê dijberiyan de.

ENKS bang li civaka navdewlrtî jî dike, ku gefên Tirkiyê û her êrîşeke serbazî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Herwiha ENKS radigihîne ku çareserî di damezrandina rêveberiyeke nû de ye ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.

Li gor daxuyaniyê, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê bi pêwîst dibîne, ku hêzeke serbazî ya hevbeş bê avakirin, da ku herêmê biparêze.

ENKS dibêje ku nabe gelê Kurd bibe qurbaniya nakokiyên siyasî û tekez dike ku ew her core proseyeke guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê red dikin.

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ragihandine, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Enqere dixwaze bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometran derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe û li gor îdiaya rayedarên wê, dê navçeyeke aram li wê herêmê çê bike û 2 heta 3 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê li herêmê bicih bike.

Rudaw
Top