• Thursday, 12 February 2026
logo

Trump: Kurd şervanên baş in dest ji kurdan bernadin!

Gulan Media October 8, 2019 Nûçe
Trump: Kurd şervanên baş in dest ji kurdan bernadin!
Serokê Amerikayê Donald Trump beriya bi demekê aşkere kir vekşandina hêzên wan ji Sûriye, nayê wateya dest ji berdan a kurdan

Serokê Amerikayê Donald Trump, di twittek nû ya weşandî de tîne ziman, ku vekşandina hêzên wan ji Sûriye nayê wateya dest ji berdan a Kurdan.

Di twitta xwe de Trump dinivîse:

“Dibe ku em bi rê de ne, ku ji Sûriye vedikişin, lê tu caran em pişt nadin Kurdan, ên ku mirovên taybet û têkoşerên rêzgirtinê ne. Di heman demê de, pêwendiyên me ligel Tirkiye, ku endamek NATO ye û danûstandinên me yên aborî yên gelek baş hene. Tirkiye xwedî hejmarek mezin a hevwelatiyên Kurd jî, heye…”

Ev tiwîta Trump di demekê de ye, pêş koşka Sipî aşkera kiribû, Amerîka dê hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin û di van nêzîkan de Tirkiye dê operasyoneke leşkerî encam dide.

Artêşa Tirkiyê jî hêzeke mezin li ser sinorê bi Rojavayê Kurdistanê re kom dike û bi nîyaz e êriş bike.

Basnews
Top