• Thursday, 12 February 2026
logo

Brîtanya: Nabe Tirkiye operasyoneke yekalî bike

Gulan Media October 8, 2019 Nûçe
Brîtanya: Nabe Tirkiye operasyoneke yekalî bike
Wezareta Derve ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew li dijî operasyona yekalî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ne, ku Enqere gefa encamdana wê dike.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê, nîgeraniya xwe ya zêde li hember alozî û pêşhatên vê dawiyê yên li bakurê Sûriyê aniye ziman û dijatiya xwe li gel operasyona yekalî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşan daye.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihandiye: “Me ronîkirin û haydariyek daye Tirkiyê û helwêsta me di derbarê operasyona serbazî de aşkere ye.”

Brîtanya herwiha daxwaz kiriye, ku “pêwîst e Tirkiye xwe ji operasyona serbazî ya yekalî dûr bigre.”

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî duh ragihandin, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Koşka Spî jî duh serê sibê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Tirkiye dê di demeke nêz de operasyoneke leşkerî bo ser herêma bakurê rojhilatê Sûriyê pêk bîne û diyar kir, ku Amerîka nabe beşek ji vê êrîşê, lê li pêşiya vê operasyonê nabe asteng jî.

Piştre Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê aşkere kir, ku ew bi ti awayî piştgirî nadin operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê û diyar kir, ku wan Tirkiyê ji pêngaveke yekalî ya bi vî awayî hişyar kiriye.


Rudaw
Top