• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye: Em rijd in li ser paqijkirina rojhilata Firatê ji YPGyê û avakirina herêma ewle

Gulan Media October 8, 2019 Nûçe
Tirkiye: Em rijd in li ser paqijkirina rojhilata Firatê ji YPGyê û avakirina herêma ewle
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê radigihîne: Ew rijd in li ser paqijkirina rojhilata Firatê ji YPGyê û avakirina herêma ewle li wê deverê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Hamî Aksoy, derbarê operasyona Tirkiyeyê dijî rojhilata Firatê, bersiva nerazîbûna rayedarên cîhanê da.

Aksoy dibêje: Operasyona dijî rojhilata Firatê mafê herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ew li ser paqijkirina rojhilata Firatê ji YPGyê û avakirina herêma ewle rijd in.

Ji alîyeke din ve, Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê, amadeyîya xwe ragehabd bo şerê rojhilata Firatê û di vê çarçoveyê de, duhî şevê karwaneke din a leşkerî şande ser sînorê Suriyeyê.
Top