• Thursday, 12 February 2026
logo

Pilana çaksazîya Adil Ebdulmehdî aşkera dibe

Gulan Media October 6, 2019 Nûçe
Pilana çaksazîya Adil Ebdulmehdî aşkera dibe
Keseke nêzîk ji Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, behsa (pilaneke çaksazî) yên serok wezîrên Îraqê dike ku binyaze encam bide ji encama wan xwenîşandanên niha di Îraqê de hene. Çunku pişka mezin ji daxwazîyên xwenîşanderan daxwazîya çaksazî û nehêlana gendelîyê ye di sazîyê dewletê de.

Evro Yelşembîyê, 6/10/2019 rojname ya Elerebî Elcedîd ji zardevê berpirseke nivîsîngeha Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê ragehandîye: Serokê wezîran razî bûye li ser pilaneke çaksazîyê ku ji alîyê hejmareke alîkarên wî hatîye amdekirin û ew bi xwe serperiştîyê dike û her yek ji Ebû Cîhad Haşim rêvebrê nivîsîngeha wî û Mehemed Ebdulhadî, rawêjakarê serok wezîran xuyatirîn kesin ku di tîma çaksazîyî de ne.

Li gor zanyarîyên wê rojnameya Erebî, ew çaksazî, guhertineka berfireha wezîran bi xwe ve digire li gel pêkanîna dadgeheke bilinde, bi desthilateke berfireh, ku taybetmend dibe bi dosêya gendelîyên berê û ewên hatîne şandin jî bo Civata Bilinda Dadwerîyê.

Herweha di wê pilana çaksazîyê de, pirogrameke nîştîmanî bo berengarbûna hejarîyê û bîkarîyê dihêt ragehandin û çend pêngavan dixwe pêş xwe, ji wan jî, dîyarkirina parçeyeke zevîya akincîbûnê bo malabatên hejar û dana qerên biçûk û nîve mezin.

Ji bilî evê yekê jî, karakirina temenê xanenişînîyê û damezirandina xortan êi şûna wan xanenişînan. Herweha pêkanîna komîteyeke berdewam ji ekadîmîstan û şaraza û kesên civakî ji tevaya bajarên Îraqê bo pêşkeşkirina pêşnîyaz û nerînan bo hikumetê, mîna ku Merceiyetê di gotara heynî ya burî de amaje pêkirî.

Herweha ew berpirsê ji nivîsînegeha serok wezîrên Îraqê dibêje: di niha de serokê wezîran dikare van pêngavan bihavêje, çunku ew ne berpirse ji xirabekarî û arîşeyên hikumetên berê û pêwîst nîne şeqama Îraqî û alîyên sîyasî evan kêmasîyan bixin stûyê Adil Ebdulmehdî de.

Herweha pilaneke dî ya serok wezîrên Îraqê nîşan daye û gotî ye: Li gel berdewambûna xwenîşandanên Adil Ebdulmehdî ji hemû deman nêzîktire ji pêşkeşkirina nameya dest ji kar vekişandinê.

K24
Top