Erdogan: Operasyona rojhilatê Firatê bi qasî îro û sibê nêzîk e
Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna partiya xwe ya li Kizilcahamama Enqereya paytexta wî welatî gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di gotare xwe de, derbarê operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê got ku wan hemû amadekariyên xwe pêk anîne, fermanên pwîst dane û diyar kir, “Operasyon bi qasî îro an sibê nêzîk e.”
Serokomarê Tirkiyê got ku ‘Navçeya Aram’ rêya herî baş e bo vegera koçberên Sûriyê û ragihand, “Em plan dikin li wê herêmê 2 milyon kesan bicih bikin.”
Di dewama gotara xwe de Serokomarê Tirkiyê rexne li şandina alîkariyên bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tên şandin girt û got, “Li hêlekê hûn dê ji aliyê Iraqê ve derdora 30 hezar barhilgiran bişînin bo Sûriyê û van barhilgirên tijî bi çek û cebilxane radestê rêxistina terorê bikin û piştre hûn dê bibêjin, ‘em hevalbendên stratejîk in.’”
Derbarê êrişeke bo ser rojhilatê Firatê jî Erdogan got, “Me amadekariyên xwe kirine, planên xwe yên operasyonê pêk anîne û fermanên pêwîst dane.”
Erdogan herwiha got ku ew operasyon bo bicihkirina aştiyê ye û aşkere kir ku operasyona bo ser rojhilatê Firatê bi qasî îro û sibê nêzîk e. Hem ji asîman û hem jî ji bejahî em dê wê operasyonê birêve bibin.”
Rudaw
