• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Têkdana asayîşê rewşê xeraptir dike

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Têkdana asayîşê rewşê xeraptir dike
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da di derbarê rewşa Iraqê ve daxwaza parastina yasa û asayîş û aramîyê kir.

Naveroka peyama Barzanî wihaye:

Bi dilgiraniyê ve li rûdan û tundutiyên van çend rojên li Bexda û çend parêzgehekî dinê Iraqê dibînîn. Xwepêşandana medenî û aştiyane, mafekî destûriya parastiye, lê belê nabê ji bo tundutiyê û pêkdadan û pevçûn û derçûna li yasayê veguhere û gef li asayîşa giştî û têkdan û hilweşandina sazî û damezraweyên dewletê bike.

Kêşeyên Iraqê ji dayikbûyê van rojan nîne, belkû zêdeçûna reftar û siyasetên şaş yên dehan salên derbasbûyî ya Hikûmetên yek li dawiya yekên Iraqê ne û tu hikûmetek nikarê li şev û rojek da wan çareser bike. Pêkanîna xwest û daxwazên gel, hevkarî û piştgîriya hemû hêz û aliyan dixwaze. Parastina asayîş û aramiya niha û ya paşaroja welat, erk û berpirsiyariya hemûyane û hişyarî û hewldana hemûyan pêwîste.

Iraq li rewşeke hestiyardaye ku pêwîstî bi aramî û aramiya siyasî û emnî heye, alozî û têkdana asayîşê û ji kontrolê derçûna rûdanan, rewşê xeraptir û dijwartir dike, tu tiştek çareser nake û hemû gelên Iraqê têda zeremend dibin. Daxwaz dikîn hemû aliyek hewl bidin, yasa biparêzin û berjewendiya bilinda welat li ber çav bigrin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04/10/2019

Waar.tv
Top