• Thursday, 12 February 2026
logo

Li ser sînorê Sûriyê leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da

Gulan Media October 5, 2019 Nûçe
Li ser sînorê Sûriyê leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da
Li ser sînorê Sûriyê leşkerî Tirkiyê di encama bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Bûyerê li devera Bohşîn a bi ser navçeya Altinozu ya bajarê Hetayê ve ku dikeve ser sînorê Sûriyê rû da.

Di saetên êvarî de traktorekê li leşkerekî Tirkiyê ku li ser xeta sînor erka dewriyeyê encam dida, qelibî.

Di encama bûyerê de ew leşker birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat rakirin, lêbelê li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest da.

Ajokarê wê traktorê jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat destserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Top