Li Dêrsimê 2 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan
Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Fermandariya Leşkerî ya Dêrsimê û Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li bajarokê Pilemûrê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke hevbeş kirine.
Da zanîn jî, di encamê wê operasyonê de du gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, bingehên PKKê yên li Zap, Avaşîn û Garê hatinê bombebaran kirin û 17 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Lê di derbarê van operasyonan de ji aliyê PKKê ve heta niha çi daxuyanî nehatine dayîn.
