• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêdetir ji 400 malbatên çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatine bicihkirin

Gulan Media October 5, 2019 Nûçe
Zêdetir ji 400 malbatên çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatine bicihkirin
Bi piştevaniya Îdareya Kerkûkê zêdetir ji 400 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampên Mûsilê bo Kerkûkê hatine veguhastin û li nava kampan de bicih bûne û hinceta anîna wan jî ew e, ku hevserên wan xelkê bajarokê Hewîce yê ser bi Kerkûkê ve ne.

Sê rêbendên hêzên Iraqî hene û rê nadin ti medyayekê derbasî nava kampa Leylanê ya Kerkûkê bibin, lê tîma Kurdistan24ê karî derbasî nava wê kampa bibe û hevdîtinekê bi hevjîna çekdarekî DAIŞê re bike.

Jina çekdarê DAIŞê dibêje: Ew malbatên çekdarê DAIŞê ji kampên Hemam El Elîl û Cedha yên Mûsilê bo kampa Leylanê tên anîn û her carê 150 malbatî tînin. Malbatên DAIŞê bi şevê û bi otombîlên mezin tînin kampê.

Destpêkê 150 malbatên DAIŞê hatine nava kampa Leylanê û piştre jî rêje zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 400 malbat û ew hejmare jî bi berdewam zêde dibe.

Îdara Kerkûkê razî bûye ku jin û zarokên çekdarên DAIŞê bêne Kerkûkê û asankarî jî ji bo anîna wan kiriye. Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji v yekê ne razî ne û metirsiyên xwe nîşan didin.

Hikûmeta Iraqê rê daye ku malbatên DAIŞê vegerin cihên xwe, lê hêzên navçeyên Sunenişîn rê nadin ew jin û zarokên DAIŞê vegerin navçeyên, ji ber wê jî ew malbat li Kerkûkê tên bicihkirin.

K24
Top