• Thursday, 12 February 2026
logo

Îran: Em amade ne piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Îran: Em amade ne piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin
Balyozê Îranê li Iraqê ragihand ku amade ne di her warî de piştvaniya Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî, li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di hevdîtinê de jibilî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, pêşhat, geşedan û guhertinên li navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê, kir.

Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî jî aşkere kir ku welatê wî amade ye di her warî de piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.

Rudaw
Top