• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Alozbûna rewşê li Îraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Alozbûna rewşê li Îraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e
Mesrûr Barzanî radighîne alozbûna rewşê li Îraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e.

Îro serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Senatora Amerîkî Tami Baldiwîn û şandeke pê re civiya.

Di civînê de ku Stîvên Feigin Kunsulê giştî yê Amerîka li Hewlêrê amade bû, pêwendiyên herêma kurdistanê û Hikûmeta fedral, û rewşa aramiyê li deverê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Serokê hikûmeta herêma kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku danûstandinên ligel hikûmeta fedral bi başî birêve diçin, û serokwezîrê Îraqê têgihiştinek wî ya baş bo tewerên danûstandinan heye û hêvî xwest, ku liser binemaya destûrê bigihin rêkeftinê.

Got jî, alozbûna rewşê li Îraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e. Herwiha serokê hikûmetê, amaje bi liv û tevgera şanên veşartî yên DAIŞê li çend navçeyên Îraqê kir, ku gefên mezin in liser rûniştvanên wan navçeyan û bi pêwîst jî zanî, hemahengiyeke zêdetir ji bo rûbirûbûn a wan hebe.

K24
Top