• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiyê gefa helweşandina rêkkevtinê li gel Emerîkayê dike

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Tirkiyê gefa helweşandina rêkkevtinê li gel Emerîkayê dike
Di peywendîyeke telefonî de, wezîrê berevanîya Tirkiyê di daxuyanîyekê de ragehand, Xelûsî Akar, wezîrê berevanya Tirkiyê di peywendîyeke telefonî de li gel Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê rewşa Suriyê gengeşe kirin.

Her di wê peywendîya telefonî de, wezîrê berevanîya Tirkiyê, nîgeranîya Enqereyê derbarê dawîxistina duristkirina devera aram bi wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehandîye û gefa xwe vekişandinê kirîye ji rêkkevtina devera aram.

Tirkyê nîgerane ji dawîxistina duristkirina devera aram ji alîyê Emerîkayê ve û Waşintunê bi dem ji destdanê tuhmetbar dike.

Biryare devera aram li bakûrê Suriyê bihêt duristkirin û nêzîkî milyoneke awareyên Surî yêb li Tirkiyê ne, têde bihên akincîkirin wek Tirkiye, dixwaze, lê heya niha ev yek ji alîyê Emerîkayê ve nehatîye piştrastkirin. Hinek ji hêzên Kurdî jî, dibêjin: Bi duristkirina devera aram, Tirkiyê hewil dide, guhertina demografî li deverên Kurdî li Suriyê encam bide.

K24
Top