• Thursday, 12 February 2026
logo

Îranê ji bo serdana Iraqê hişyarî da welatiyên xwe

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Îranê ji bo serdana Iraqê hişyarî da welatiyên xwe
Îranê ji welatiyên xwe yên ziyaretkar xwest heta dema arambûna rewşa Îraqê serdana wî welatî nekin.

Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji ziyaretkarên Şîe kir ku serdana Iraqê nekin, heta ku rewşa wî welatî aram dibe.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê de, amaje bi xwepêşandanên li Iraqê hatiye kirirn û dibêje, tevî giringiya zêde ya merasimên Çileya Îmama Hisên, lê belê bila xelkê Îranê serdana Iraqê nekin heta ku ew xwepêşandan aram dibin.

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku pêwîste ziyaretkarên Şîe hişyariyên emnî û siyasî li ber çav bigrin û guh bidin hişyariyên aliyên pêwendîdar ên merasima Çileya Îmam Hisên ku bi Erbeîn tê naskirin.

Ji roja sêşemî 1ê Cotmehê ve bo dema 3 rojan li pey hev li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê çê bûn, ku li gelek cihan di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de alozî derket.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, di aloziyên li xwepêşandanên wî welatî de, herî kêm 19 kes hatine kuştin û zêdetir ji 1000 kesî jî birîndar bûne.

Rudaw
Top