Şandeya Ewropa ji bo qeyyuman seredana Amedê kir
Seredana şandeyê wê 4 rojan berdewam bike. Roja ewil li Stenbol bi çend sazîyên sivil, saziyên dewletê re hevditin kirin. Roja 2 emin disa li Enqere yê him bi saziyên sivil û him jî bi serokê şaredarîya bajarê mezinê Enqere Mansur yavaş re hevditin kirin. İro ji di roja 3 yê li Amedê seri de bi parêzgehê Amedê û qeyyum hasan Basrî Guzeloglu re hevditin kirin piştre ji çapemenîyê re girtî bi hevşaredarê Amed û Wanê yên ji kar hatîn durxistin Selçuk Mizrakli û Bedia Ozgokçe yê re hevditin pêk anîn.
Hat zanîn ku Selçuk Mizraklî raporek ya ji bê huquqîyên qeyyum pêktê arasteyê vê şandeyê kiriye. Piştî vê hevditê şandeyê seredana şareadrîya Yenişehira navçeya amedê kirin. Şande ji aliyê hevşaredarên yenişehirê ve hatîn pêşvazî kirin. Hevditina wan ji çapemenîyê re girtî nezi sietekê berdewam kir. Serokê şandeyê Raportorê Tirkiyeyê yê konseyê Jakop Wienen li ser seredana wan agahî dan çapemenîyê. “Em weke Komisyona Kongreya Konseya Ewropa ya Revebirîyên Herêmî li Tirkiye yê ji bo şopandinê li virin. Em bi şiklekî vekiri him bi rayedarên dewletê him jî bi rêvebirên herimi re hevditina dikîn. Tirkiye ji weke endameke yê konseya ewropa şerta xweseriya herêmên ewlehîyê destnişankiriye û ew girêdayî vê şertê ye. Ji bo ku em rewşa dawîyê ya xweseriya herêmên ewlehîyê eşkere bikin li virin. Tiştên me destxisti emê weke raporek paşê eşkere bikîn.”
Ji aliyê din ve Wienen li ser pirsên rojnemevanan got: “Em ji xwe ji ber qeyyuman me metirsidar bun serokê me ji metirsiya xwe anî bu ziman. Ji ber vê qasî em hatîn me bi 2 şaredarên ji kar hatin durxsitin re hevditin pêkanî. Me bi rayedarên dewletê re ji hevdîtin pêkanîn. Em dixwazin bi her alî vê rewşê baş fêhm bikî. Belê ji kar durxistina keseke hatî bijartin ya bi vî şiklî tişteke metirsidare.”
Hêjayê gotinê ye ku 19 tebaxê li ser biryara wezareta navxweyî hevşaredarên Amed, Merdîn û wanê ji kar hatibun durxsitin û şuna wan parêzgehên wan bajaran weke qeyyum hatibun tayîn kirin.
Waar.tv
