• Thursday, 12 February 2026
logo

Nivîskarê navdarê kurd Profesor Dr. Izedîn Mistefa Resûl koça dawî kir

Gulan Media October 3, 2019 Nûçe
Nivîskarê navdarê kurd Profesor Dr. Izedîn Mistefa Resûl koça dawî kir
Îro danê sibê nivîskarê navdarê kurd Profesor Dr. Izedîn Mistefa Resûl di temenê 85 saliyê de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Izedîn, kurê mela Mistefa Sefwet Dêlêje sala 1934 li taxa Dergezên ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû. Di temenê pênc saliyê de li kêleka bavê xwe fêrî zanist û xwendinê bibû.

Dr. Izedîn Mistefa Resûl, ji ber ku beşdarî serhildana sala 1952 ya bajarê Bexdayê bibû û birîndar bibû, ji kolêja mamostatiyê hatibû avêtin. Paşê vedigere Silêmaniyê. Çend salan li derve dimîne û sala 1965 vedigere Kurdistanê û di nav refên Partûya Şûî de dibe pêşmerge.

Dr. Izedîn sala 1966 bi alîkariya Mela Mistefa Barzanî li zankoya Bexdayê dibe mamostayê kurdî. Sala 1979 diçe Mosko û li wir pileya xwe ya doktora û profesortiyê distîne, yek ji damezirênên Yekitiya Nivîskarên Kurd bû. Piştî rêkeftina 11 Adara 1970 dibe serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd û 86 pirtûk û berhemên Dr. Izedîn hene. Berhema wî ya herî dawî pirtûka bi navê “Yadewerîyekanim” (Bîranînên Min) bû, sala 2009 xelata edebî ya “Bile” wergirt.

Top