• Thursday, 12 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî li ser xwenîşanderan bi deng hat

Gulan Media October 2, 2019 Nûçe
Adil Ebdulmehdî li ser xwenîşanderan bi deng hat
Serok wezîrên Îraqê li ser xwenîşandanên Bexdayê û bajarên din bi deng hat û soz da bersiva tevaya daxwazîyên xwenîşanderan bide.

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê di beyannameyekê de ragehand: Xwenîşandan mafeke suriştîye, lê hinek kes rêrewa xwenîşandana aştîyane yêkdane û durişên weha bilindkirîne ku sizayên yasayî dikevin ser wan.

Serok wezîrên Îraqê amaje bi wê yekê jî da, ku pişkek ji xwenîşander bi kêr û şûşeyên agirdar hêriş kirîne ser hêzên ewlekarîyê. Soz jî da bersiva tevaya xwenîşaderan bide û komîteyeke vekolînê jî pêk bihîne.

Li gor dawîn amara wezareta tendûristîya Îraqê, ji xwenîşanderên bajarê Bexda û çend parêzgehên din yên başûra Îraqê, xwenîşanderek li Bexda û yeke din li Nasirîye hatîne kuştin û 200 kes jî birîndar bûne, ku 40 kes ji wan endamên hêzên ewlekarîyê ne.

Top