• Thursday, 12 February 2026
logo

Berdevkê hikûmetê li ser mûçe, gelê Kurdistanê arxeyîn kir

Gulan Media October 2, 2019 Nûçe
Berdevkê hikûmetê li ser mûçe, gelê Kurdistanê arxeyîn kir
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê ragihand, bila karmendên hikûmetê û mûçexorên Kurdistanê arxeyîn bin ku mûçe dê di wextê de were dayîn.

Berdevkê hikûmetê, Cotiyar Adil ku beşdarî konferansa stratejiya Herêma Kurdistanê bo aramiya Iraq û Rojhilatê Kurdistanê bibû, li ser mûçe û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji K24 re axivî.

Cotiyar Adil li ser dayîna mûçeyê karmendên hikûmetê û mûçexorên Kurdistanê got, bila gelê Kurdistanê arxeyîn bin ku mûçe dê di wextê xwe de were dayîn.

Berdevkê hikûmetê li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û bûdceya Kurdistanê jî got, danûstandin li ser bûdce û petrolê û mijarên din didomin. Li gorî qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê, Herêma Kurdistanê petrolê nade Iraqê dê diravê petrola ku hatiye destnîşankirin, bide Bexdayê.

Li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, divê Hewlêr rojane 250 hezar petrol bide Bexdayê, Bexda jî mûçe û bûdceya Kurdistanê bide.

Rudaw
Top