Serkirdeyê PKKê: Amerîka rê ji Tirkiyê re xweş dike daku Rojava dagir bike
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji medyayeke Başurê Kurdistanê re behsa rêkevtina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir.
Cemîl Bayik dibêje: “Em vê rêkevtina ku me ji raya giştî, çapemeniyê bihîstine weke rêkevtineke ku berjewendiyên Kurdan esas nabîne, li gorî hesasiyetên dewleta Tirk hatiye amadekirin, dibînin. Bi dîtina me ev peyman bi giranî li gorî daxwazên Tirkiyeyê hatiye amadekirin. Jixwe dewleta Tirk piştî vê peymanê hin tiştên din ferz kir. .Xuya ye bi rêya vê rêkevtinê dixwaze bide qebûlkirin ku li Bakurê Sûriyeyê mafê xwe yê axaftinê heye, piştre jî bi ferzkirina daxwazên nû dixwaze sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye ji hole rake.”
Bayik diyar kir ku armanca Tirkiyê ew e ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî mafê demokratîk, Sûriye demokratîk nebe û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk sîstema demokratîk û azad û demokratîkbûna Sûriyê li dijî xwe weke gefekê dibîne. Dixwaze Kurdan qir bike. Lewma pirsgirêka dewleta Tirk ne avakirina herêmeke ewle li ser sînor e. Niha jî daxwazên nû dike, gefê dixwe ku eger neyê qebûlkirin dê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Bayik dibêje: “Bi dîtina me, ev rêjevtin çareserî nîne, ev rêkevtin pêşîvekirina li hewldana dagirkeriyê û xapandin e. Nêzîkatiya Amerîka jî ew e ku Tirkiyeyê weke endamekî NATOyê dibîne, bandora li Tirkiyê ya li vê deverê weke bandora xwe dibîne, jiyana demokratîk û azad a Kurdan, Ereban, Suryaniyan û gelên din hemûyan nabîne, berevajî hesasiyetên Tirkiyê ku dijminê Kurdan e û dijminê demokrasiyê ye li ber çavan digire û lê guhdarî dike.”
Rudaw
