Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi tundî bersiva Macron da!
Serokê Fransa, Emmanuel Macron duhî di merasima heftêhemîn salvegera damezirandina Konsêya Ewropa de li bajarê Strasburg yê Fransa, gotarek pêşkêş kir.
Macron behsa azadî û mafên mirov kir û berê xwe da Tirkiyê û got, li Tirkiyê êdî serdestiya hiqûqê lawaz bûye. Parêzerên mafên mirov, rojnamevan û akademîsyen tên dadgehîkirin. Helbet em wan dozan ji nêzîk ve dişopînin.
Serokê Fransa her wiha ragihand, Tirkiye penaberan wek karta fişarê li dijî Ewropa û Yûnanê bikar tîne. Lê divê em li hember vê yekê stûyê xwe neçemînin.
Macron siyaseta Tirkiyê li hember Sûriyê jî rexne kir û got, siyaseta me ya Sûriyê qet bi siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê re hev nagire û nabe em ti carî fişarên Tirkiyê di wî warî de qebûl bikin.
Di wê merasimê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, ku serokê fexrî yê Meclisa Parlementeran ya Konsêya Ewropa ye, amade bû.
Çavûşoglu li hember gotinên Macron bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, bila Fransa zimanê xwe dirêjî Tirkiyê neke. Fransa li şûna hewandina penaberan, zû bi zû li koşka Elysee pêşwazî li berpirsên YPG/PKKê dike!
Wî wezîrê tirk di dawiyê de bi zimanekî derveyî exlaqê dîplomatîk êrişî Macron kir û got: “Macron mîna dîkekî ye ku piyên wî di nav gû de ne û bang dide!”
Basnews
