Li Hewlêrê merasîmek bo 70 saliya komara Çîn hate organîze kirin
Duhê bi şev li Hewlêrê merasîmeke fermî bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê bo bîranîna 70 saliya damezrandina komara Çîn hate organîzekirin.
Di destpêka merasîmê de çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û pişt re jî mêwan li pêşengeha wêneyan ya kar û çalakiyên Konsulusxaneya Çînê ya li Hewlêrê geriyan.
