CHP: Divê pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê berî ya Suriyeyê çareser bikin
Piştî Tifaqa Ak Partiyê ya li gel MHPê beşek ji Kurdan ji Ak Partiyê dûr ketin û di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de jî li Rojavayê Tirkiyeyê Kurdan bo CHPê nêzîkayî nîşan dan. Ev yek vê pirse tîne rojevê ku gelo CHP dê hember vê yeke bo Kurdan çi bike û bi teybetî jî di politikaya xwe ya hember Sûriyeyê de derbarê Kurdên Rojava de çi difikire. Saziyên lêkolînê amaje dikin ku helwesta CHPê ya bo Rojavayê Kurdistanê dê di mayîndebûna dengên Kurdên Rojavayê Tirkiyeyê bo CHPê de diyarker be. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî Ya Dicleyê Mehmet Vûral di wê baweriyê de ye ku Kurdan nêzîkahiyek stratejik bo CHPê nîşan dabin jî divê hêviyên xwe bi CHPê ve gire nedin.
Mehmet Vûral (serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê DÎTAM) dibêje:"Di mijara Rojavayê Kurdistanê de CHP divê li gel Kurdan tevbigere lê vê yeke nake. Bi rastî hîn jî dijminatiya Kurdan dike. Dijminatiya mafên Kurdan dike lê dibêje bila Kurd li cem min bin. Ev yek jî ne pêkan e û nabe jî. Tirkiye li Bakurê Kibrisê ji Tirkan re çi dixwaze îro mafên Kurdên Rojava jî ew e."
CHP di politikaya xwe ya derbarê Suriyeyê de amaje dike ku divê yekparçebûna xaka Suriyeyê were parastin û bo dahatuya Suriyeyê jî xelkê Suriyeyê biryarê bide. Serokê CHPê Yê Şaxa Diyarbekir Mehmet Sayin jî amaje dike ku dê politikaya CHPê ya bo Kurdên Suriyeyê, derbarê nêzîkbûna bo CHPê de bandorek neyînî li Kurdên Bakurê Kurdistanê neke.
Mehmet Sayin (serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir), got:"Rejima Suriyeyê wekî ku tê zanîn beriya niha qadek bo Kurdan vekiri bû û niha Kur dli wê derê desthilat in. Lê niha rejim bo wan Kurdan dibêje terorîst in. Ev helwesteke siyasî ye. Li gorî pêşbîniya min dê Rejima Suriyeyê mafên Kurdan binase û di demeke nêzîk de li gel Kurdan civînekê jî pêk bîne. Divê em pêşî pirsgirêka Kurd ya Tirkiyeyê çareser bikin û pirsgirêka Kurdên Suriyeyê jî divê ji aliyê dînamîkên Suriyeyê ve were çareserkirin. Dibe ku çareseriya me bo wan jî bibe mînak"
Saziyên lêkolînê balê dikêşin ku eger CHP bixwaze li Bakurê Kurdistanê jî û li Rojavayê Tirkiyeyê jî ji Kurdan deng werbigre divê ne tenê bo Kurdên Tirkiyeyê, bo Kurdên hemu parçeyên Kurdistanê polîtîkayên erênî bimeşîne û bi awayeke eşkere piştgiriya xwedî statubuna Kurdan bike. Eger ne wisa be dê nêzîkbûna Kurdan bo CHPê bi awayeke demkî bimîne.
K24
