• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Mûsilê metirsî heye dengên 250 hezar Kurdan ji dest biçin

Gulan Media October 1, 2019 Nûçe
Li Mûsilê metirsî heye dengên 250 hezar Kurdan ji dest biçin
Komîsyona hilbijartinê ragihandiye ku 100 hezar awareyên parêzgeha Neynowa ku niha li Duhokê niştecih bûne, bayometrî nekirine.” Berpirsekî PDK li Şingalê jî dibêje li sînorê parêzgeha Neynowayê metirsiya jinavçûnê li ser 250 hezar dengên Kurdan heye.

Tenê 15 roj mane bo ku proseya bayometrî bo tomarkirina navê dengderên hilbijartinê bi dawî bê, lêbelê heta niha jî 100 hezar dengderên parêzgeha Mûsilê ku koçber bûne û li kampên Herêma Kurdistanê niştecî bûne, navên xwe tomar nekirine. Eger koçber bên naçarkirin ku li cihê niştecîbûnê deng bidin, metirsiya ji destçûnê li ser hejmareke zêde ya dengên Kurdên Êzidî heye, ji ber ku piraniya wan dibêjin ew nikarin vegerin cihên xwe û li wê derê deng bidin.

Biryare roja 1ê Nîsana 2020an, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê birêve biçe. Li parêzgeha Neynowa jî hejmareke zêde ya dengderên Kurd hene, lê metirsî heye ku nekarin deng bidin. Ji ber ku hejmareke zêde ku nêzikî 100 hezar kes e, bayometriyan nekirine. Herwiha divê li navçeyên xwe deng bidin, ji ber wê yekê nêzikî 250 hezar dengderên Kurd dibe nekarin deng bidin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe li Ofîsa Duhokê, Segvan Dêreşî, ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî 92 hezar dengder li kampên parêzgeha Duhokê ne. Ji sedî 90 ji wan navê xwe li bayometrî tomar kirine. Jibilî nêzikî 147 hezar dengderên din ku li derveyî kampan dijîn ku tenê ji sedî 13 ji wan navên xwe li bayometriyan tomar kirine.”

Heta niha çend caran maweyê navtomarkirinê li bayometriyê hat dirêjkirin. Çend roj berê jî prose bo naverasta meha bê hat dirêjkirin. Ew berpirsê komîsyona hilbijartinê jî dibêje, “Dibe êdî maweyê proseya navtomarkirinê neyê dirêjkirin. Eger kesek beşdariyê li bayometriyê neke,dê mafê dengdanê nebe.”

Jibilî pirsgirêka bayometrî, dengderên Kurd li parêzgeha Neynowayê, pirsgirêkeke din jî heye, ew jî biryara parlamentoya Iraqê ye ku li gor wê biryarê divê her dengderek li parêzgeha xwe deng bide.

Segvan Dêreşî, dibêje, “Yasaya hejmar 12 a sala 2018an taybet bi hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve pêdaçûnek li ser hatiye kirin. Li gor wê sererastkirina nû, her dengderek divê li sînorê parêzgeha xwe deng bide. Ji ber wê yekê eger awareyan bayometrî jî kiribin, nikarin li kampan deng bidin û divê biçin parêzgehên xwe.”

Bi gotina Segvan Dêreşî, awayeran nerazîbûnên xwe gihandine komîsyonê û daxwaz kirine li wan cihên ku niha lê niştecih in, deng bidin û ji ber hebûna hêzên cur bi cur li Şingal û derdora wê, nikarin bo dengdanê vegerin cihên xwe yên niştecihbûnê li wan deveran.

Ew berpirsê komîsyonê dibêje, wan yadaştnameya xwe bi berpirsên pilebilind şandine û diyar dike, “Beşek ji aliyên siyasî jî heman daxwazan dikin. Dozek jî derbarê vê yekê de li dadgeha federalî ye. Dibe di çend rojên pêşerojê de li ser vê mijarê biryarek bê dayîn.”

Dêreşî, diyar dike, “Kurd di hilbijartinan de (parlamanto û encûmenên parêzgehan) li Neynowayê her tim deng û kursiyên zêde hebûne. Niha cîgirê parêzga û serokê encûmena parêzgehê Kurd in.”

Li parêzgeha Neynowa, bi giştî di hilbijartinên parlamento û encûmenên parêzgehê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dengên Kurdan bidest xistine.

Berpirsê Navenda Hilbijartinê ya Lîqa 17 a PDK li Şingalê, Îdrîs Zozanî, ji Rûdawê re ragihand, ji ber du sedeman metirsî li ser jidestçûna dengên Kurdan li Neynowa heye û dibêje, “ Yekem, hejmareke zêde ya awareyan navên xwe li bayometrî tomar nekirine. Duyem jî ji ber yasaya hilbijartinê ku divê dengder li parêzgeha lê niştecih in, deng bidin. Ji ber hindê 250 hezar dengderên Kurd ên li derveyî sînorê parêzgeha Neynowa niştrecih in, dibe ji dengdanê bêpar bibin.”

Ew berpirsê PDKê tirsa xwe ji wê yekê venaşêre ku di roja dengdanê de, hêzên çekdar ên li Şingalê, bi mebest rê li ber dengderên Kurd bigirin ku beşdarî proseya dengdanê nebin û tekez dike, “Wê demê pêgeha Kurd li îdareya pêşerojê ya Mûsilê lawaz dibe.”

Rudaw
Top