Qeter konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Îro li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel Xalid Hemed Elsilîtî, balyozê Qeterê yê Îraqê kom bû û ragihand: Dergehên Herêma Kurdistanê bo weberhênana bîyanî û pişikdarîya Qeterê û kompanîyên wê di pêşvebirin û avdankirina Herêma Kurdistanê da vekirîne.
Balyozê Qeterê jî daxwaza welatê xwe ya xurtkirina peywendîyên xwe û Herêmê ragehand û da zanîn, ku welatê wî li bere li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê konsolxaneyekê veket.
