Hêzên ewlekariyê stranên Kurdî li Batmanê qedexe dikin
Li gor medyaya Tirkiyê, Hêzên ewlekariyê ya Batmanê mîkrofona hunermend Dodan Ozerî bi darê zorê ji destê wî standine û nehiştine stranên Kurdî bibêje. Endamekî ji hêzên ewlekariyê ji Dodan Ozer re gotiye: li Batmanê stranên Kurdî qedexe ye.
Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu nerazîbûneke tUnd dijî vê bûyerê nîşan da û diyar kir, ewê strana kU li Batmanê hatiye qedexekirin, ji ser kursiya Parlementoya Tirkiyê bibêje.
Stranbêjê Kurd Dodan Ozer di pêşbirkeke strangotinê de bûbû yekemînê Tirkiyê.
K24
