Li Girê Spî, Gera Nû ya hevbeş a Amerika û Tirkiye
Îro 2 helîkopterên Tirkiyeyê û 2 helîkopterên Amerîkayê ji bajarokê Akçakaleyê rabûn û beramberê sînor dorûbera gundên Girêspî nêzikê seetekê firiyan.
Hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê heta niha 6 caran gera hevbeş a asimanî û 2 caran jî gera hevbeş a bejahî kirin. Gera hevbeş a asimanî ya şeşemîn hefteya borî bû.
Ji aliyê xwe ve, detshilata Tirkiye rexneyan li Amerika dike, ku di pêkanîna herêma ewle de, bilêz tevnagere û Tirkiye mijûl dike.
